26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li partriyakê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Pênçşema 09.09.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de li gel Qedasetê Partriyark Mar Awayê Sêyem, bi helkefta hilbijartina wî ya bi Partriyakê Dêra Rojhilat a Aşûrî pîrozbahî lê kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî piştgîriya xwe ji bo azadiya olî û pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina pêkhatan dûpat kir û balkişand li ser rola Dêrê û pêgeha wan ya olî ya di bihêzkirina wê kultûra li civaka Kurdistan û Iraqê de û hêviya serkeftinê ji bo kar û erkên Qedasetê Partriyak xwest.

Ji aliyê xwe ve Qedasetê Partriyark Mar Awayê Sêyem, spasî Serok Nêçîrvan Barzanî kir û tekezî li ser girîngiya rola birêz ya di piştgîriya pêkvejiyan û azadiya li Herêma Kurdistanê de kir.


 

Nûçeyên têkildar