26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Yekîtiya Ewropayê: Sedemên çêbûna DAIŞê hê jî mane û nehatine çareser kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropa û Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Ewropayê kir.

Îro Sêşema 07.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Josep Borrell Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropa û Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Ewropayê kir.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropa û Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Ewropa pesnê rola Serok Barzanî ya li dîroka xebata gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê kir û ragihand ku agahdarî têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ne. Herwiha pêzanînên xwe ji bo rola hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan û pêşwazîkirina sedan hezar koçber û penaberan de hebû. Josep Borrell got jî ku asayîş û azadî û xweşguzeraniya gelê Kurdistanê ya ji bo Yekîtiya Ewrupa girîngiyeke xwe ya taybetî heye û tekez kir li ser piştevaniya Yekîtiya Ewrupayê ya ji bo gelê Kurdistanê.

Her di vê civînê de Serok Barzanî spasî hevpeymaniya navdewletî kir ku di şerê terorîstan de alîkariya gelê Kurdistanê dane û tekez jî li wê yekê kir ku her miletek xwedî îradeya berxwedanê be dê alîkariya dost û hevpeymanan jî bandoreke baş bibîne.

Gefên terorîstên DAIŞê mijareke dinê vê civînê bû û Serok Barzanî sedemên serhildana DAIŞê ji bo şanda mêhvan şîrove kir û tekez jî li wê yekê kir ku gefa teror û DAIŞê hê jî her maye ji ber ku sedemên dirustbûna DAIŞê hê jî mane û nehatine çareser kirin. Serok Barzanî got jî ku çanda dewlemend a pêkvejiyanê ya li nav gelê Kurdistanê rêgir bûye ku terorîst bikaribin di nav gelê me de pêgehekê ji bo xwe dirust bikin.

Di dirêjahiya vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser hilbijartinên Iraqê û herdu aliyan hêviya wê yekê kirin ku hilbijartineke paqij û bêkêşe birêve biçe û encamên wê bibin sedema guhertin û aramî û pêkanîna daxwazên welatiyan.

 

Nûçeyên têkildar