Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê rijd e li ser çaksazî û rûbirûbûna gendeliyê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlona 2021ê pêşwazî li Serokê Desteya Destpakiyê Ehmed Enwer kir.
Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser berdewamiya proseya çaksazî, rûbirûbûna gendeliyê û nehîştina hedirkirina samanên giştî rijd e.
Di hevdîtinê de, tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê de hate kirin, ji bo rûbirûbûna gendeliyê, xizmetkirina welatiyan û nehîştina kedxwarin û rûtînê.




