26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazîli şanda CHPê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Gel ya Komariya Tirkiye (CHP) kir.

Îro Dûşema 06.09.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke Partiya Gel a Komariya Tirkiye (CHP) ya bi Serokayetiya Oguz Kaan Salici Cîgirê Serokê Partiyê kir.

Di hevdîtinê de şandê behsa armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê kir û tekez li wê yekê kir ku çareserkirina kêşe û aloziyên navçeyê, bi diyalog û hevdû têgihiştina di navbera gelan û pêkhatan dibê. Ji bo vê mebestê jî partiya wan bi cîhkirina nêrîneke demdirêj ya li ser wê bingehê destpêkiriye û hêvî xwest peywendiyeke baş û li ser bingeha berjewendiya gelên navçeyê li gel Herêma Kurdistanê û pêkhatên wê ava bike û pêkve kar ji bo çareserkirina kêşeyan û aramiya li navçeyê bikin. Her di vî derbarî de balkişand li ser girîngiya rol û pêgeha Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya diyalog û hevdû têgihiştin û bîr û nêrînên hevbeş û peydakirina çareseriyeke kêşe û aloziyên navçeyê li ser bingeha hevdû qebûlkirin û nehiştina înkariyê kir û vê serdanê wekî siyaseteke nû ya CHP da zanîn. Rêzdar spasî Tirkiye kir ku herdem di demên teng da yarmetiya xelkê Kurdistanê dane û balkişand li ser hevkariya Tirkiye ya di dema operasyonên enfalê ya 1988 de kir ku dergehên xwe bi rûyê xelkê Kurdistanê da vekir û yarmetiyê dan. Di derbarê rol û pêgeha Herêma Kurdistanê jî dûpat kir ku wekî herdem bi fakterê aramiyê dimîne.

Rewşa giştî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, metirsiyên DAIŞê û pêşbîniyên ji bo pêşeroja navçeyê, çend mijareke dinê hevdîtinê bûn.

Nûçeyên têkildar