Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Urdinê civiyan
__2021_09_05_h23m55s5__RM.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 05.09.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Abdulmun’im Elodat Serokê Parlamentoya Şahnişîna Urdina Haşimî û şandeke li gel de kir.
Di civînê de ku Seroka Parlamento û Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirên Serokê Parlamentoya Kurdistanê û Wezîrê Karubarê Parlamanto û Balyozê Urdin li Iraqê amade bûn, peywendiyên Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê û çawayiya ber bi pêşvebirina wan guftûgo kirin û her du alî peywendiyên xwe bi dîrokî dane zanîn.
Şanda Urdinê, berdewamiya piştgîriya Şah Abdullah û Şahnişîna Urdina Haşimî ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kirin û rêz û pêzanînê ji bo rola Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî terorê û têkşikandina DAIŞê de dûpat kirin û bi girîngiyê ve behsa rol û pêgeha Herêma Kurdistanê ya li ser asta Iraq û navçeyê ya ji bo parastina hevsengî û aramiyê kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgîriya berdewamiya rêzdar Şah Abdullahê duyem û Urdinê çi li demên dijwarên berê û çi niha ya li Herêma Kurdistanê dûpat kir û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina hemû warên peywendiyên li gel Urdinê nîşan da.
Rewşa siyasî û emniya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina warên alîkarî û hevbeşî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, metirsiyên terorê û rûbirûbûna DAIŞê, pejika kovid-19 û encamên wê, derfeta kar û veberhênana li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û gotûbêjên çareserkirina kêşeyên wan li gel çend mijareke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn.




