26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersazî ji Hadî El Amirî re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 05.09.2021 Serok Mesûd Barzanî bi telefonê ligel Hadî El Amirî Serokê Hevpeymaniya Fetih axivî û di peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî pirse û sersaxiya xwe gihand Hadî El Amirî ya ji bo can jidestdana sê birazayên wî ji ber bûyereke agirketinê.

Serok Barzanî hevsozî û hevxemiya xwe ji bo Hadî El Amirî nîşan da û hêvî xwest xwedayê mezin giyanê her sê xwedêjêraziyan bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi kesukarên wan bibexşê.

Nûçeyên têkildar