Serokê Parlamentoya Urdinê pesnê ezmûna serkeftî ya Kurdistanê da
__2021_09_05_h23m52s34__RM.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Urdinê Ebdulmunim El-Odat kir.
Di civînê de, Serokê Parlamentoya Urdinê got ku pêwendiyeke dostane bihêz di navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê de heye û pesnê ezmûna serkeftî ya Kurdistanê da, ew jî di warê avedan û geşekirinê de ku dikare bibe mînak ji bo tevahiya Iraqê.
Serokwezîrê Kurdistanê spasî helwêsta dostane ya Şahê Urdinê Şah Abdulah û welatê Urdin kir ku berdewam piştevaniyê li gelê Kurdistanê kirine, nexasim di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de.
Di wê hevdîtinê de herwiha tekezî li ser giringiya pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahinşîna Urdinê de di hemû waran de hat kirin, bi taybetî jî di warê bazirganî û veberhênanê de.




