Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind ji CHPê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilind ji Partiya Komariya Gel (CHP) ya Tirkiyê kir.
Îro Yekşema 05.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Partiya Komariya Gel (CHP) ya Tirkiye û ya bi serokayetiya Oguz Kaan Salici Cîgirê Partiya Komariya Gel a Tirkiyê kir.
Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Partiya Komariya Gel a Tirkiye silavên serokê partiya xwe bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser dîroka guhertinên navxweya Tirkiyê û ragihand ku demokratxwazî dibe sedemek ji bo pêşketina navçeyê û bi pêwîst zanî ku aliyên demokratiyên navçeyê peywendiyeke dostane li gel hevdû hebin ji bo pêkanîna dadperwerî û pêşketinê. Herwiha tekez jî li girîngî û bandora Herêma Kurdistanê ya li navçeyê û Iraqê kir û xwazyarê wê yekê bû ku peywendiyên di navbera herdu aliyan berfirehtir û kûrtir bibin.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mêhvan kir û ragihand ku qedera gelên navçeyê ew e ku ligel hevdû bijîn û baştirîn rê jî ji bo wê jiyanê, birayetî û aştî û çareserkirina kêşeyan û nehiştina zimanê înkarkirina hev e. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku me hemû aliyek pêwîstî bi wê yekê heye sûd ji ezmûn û şaşiyên berê werbigrîn û xizmeta aştî û pêkvejiyana di navbera gelan de bikin.
Pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê civînê bûn.
Hêjayî gotinêye li vê hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreter û Zeîm Elî û Ce'fer Emînkî Endamên Polîtbîroya PDKê û Hoşyar Sîweylî Berpirsê Mekteba Navendiya Peywendiyên Derekiyên Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.




