26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Dr. Kazim Hebîb re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya nivîskarê Iraqê Dr. Kazim Hebîb peyameke sersaxiyê belav kir û tê de sersaxî ji malbat û heval û dostên rehmetî re xwest. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya nivîskar û edîb û têkoşerê dêrînê Iraqî Dr Kazim Hebîb bihîst. Dr. Kazim Hebîb kesayetiyê şoreşger û demokratxwaz û dost û hevsozê şoreşa Kurd û palpiştê mafên rewayê gelê Kurdistanê û dijî şoveniyet û dîktatoriyê bû.

Sersaxiyê li malbat û kesukarên xwedê jêrazî Dr. Kazim Hebîb û tevahiya heval û dost û nasên wan û navendên kultûrî û edebiyên Iraqê dikim û xwe bi hevbeşa xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Dr Kazim Hebîb bi bihuşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
31.08.2021”

Nûçeyên têkildar