Serok Barzanî: Destkeftên Kurdistanê bi sayeya xwîna şehîdan û xebata Pêşmergeyên qehreman in

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Pêşmergeyê Dêrîn Xalid Şilî û hejmarek ji malbatên şehîdan kir û di wê hevdîtinê de got, destkeftên gelê Kurdistanê bi sayeya xwîna şehîdan û ked û xebata Pêşmergeyên qehreman û têkoşerên Kurdistanê pêk hatine.
Îro Yekşema 29.08.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya têkoşer û kesayetiyê niştimanperwer û Pêşmergeyê herdu şoreşên Eylûl û Gulanê Xalid Şilî û hejmarek ji kesukar û malbatên serbilindên şehîdan kir.
Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo xebat û keda Xalid Şilî û hemû têkoşer û niştimanperwerên Kurdistanê hebû.
Herwiha Serok Barzanî tekez jî li ser wê yekê kir ku destkeftên gelê Kurdistanê bi sayeya xwîna şehîdan û ked û xebata Pêşmergeyên qehreman û têkoşerên Kurdistanê pêk hatine ku jiyan û temenê xwe kirine qurbanê dozeke rewa û pîroz ji bo ku miletê wan bi azadî û serbilindî bijîn.




