25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Macron bo Mesrûr Barzanî: Hatina me bo Kurdistanê peyamek e ku Fransa dest ji dostên xwe bernade

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşema 29ê Tebaxa 2021ê di civîneke hevbeş de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Seroka Parlamentoyê Rêwas Fayîq, bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Di civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçe û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê hat gotûbêj kirin.

Serokê Fransayê amaje bi pêwendiya dîrokî ya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û rola Pêşmergeyê Kurdistanê bi rêbertiya Serok Mesûd Barzanî kir di têkşikandina DAIŞê de, berdewambûna piştgirî û hevkariya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê car din anî ziman. Herwiha diyar kir ku hatina me bo Kurdistanê peyamek e ku Fransa dest ji dostên xwe bernade.

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê helwesta dostane ya Fransayê da di piştevaniya Herêma Kurdistanê de di qonaxên cuda de. Herwiha amaje bi girîngiya karkirin û hemahengîkirina ligel Fransa û civaka navdewletî kir ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi giştî û kêşeyên hilawestî yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bi taybetî, herwiha rola erênî ya Fransayê ji bo asayîş û seqamgîriya navçeyê, bilind nirxand.

Di beşeke din a civînê de behsa girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û zemînxweşkirina ji bo vegera awareyan bo cih û warên wan hat kirin.

 

Nûçeyên têkildar