Qeşeyekî Kristiyanan bo Macron: Kurdistan himêza xwe ji me re vekir û rûmeta me parast

Mûsil-KDP.info- Serokê Fransa Emmanuel Macron li Mûsilê serdana Dêra Saet kir û ligel kesayetiyên Kristiyanan ên li deşta Nînowayê civiya û qeşeyekî kristiyanan ragihand Kurdistan himêza xwe ji me re vekir û rûmeta me parast.
Di civînekê de ligel Emmanuel Macron qeşeykî kristiyan ji Serokê Fransayê Emmanuel Macron re got: “Ev serdana we gelekî girîng e û ez gelekî spasiya we dikim û ez weke Serokê Seqîfeya Kerkûk û Herêma Kurdistanê li vir amade me û ê min bav û bapîran min li vir amade bûn û ez bi xwe jî li vir ji dayik bûm û ez weke keşeyê dawîn bûm ji Mûsilêê derketim.”
Herwiha wî qeşeyî got: “Ez bi tenê 300 metran ji DAIŞê dûr bûm, ew roj gelekî dijwar bûn û zehmet e behsa wan rojan bikim. Lêbelê ez ji xaka bav û bapîrên xwe derketim û serederiya DAIŞê ligel me gelekî dijwar bû, ev dêra nimûne ye ji bo wêrankariya hewşêweyên dêrên din ê li Mûsilê, hemû tiştek li vir hatiye kirin.”
Qeşeyê kristiyan di berdewamiyê jî de ew niha li Iraqê weke kemîne têne dîtin û herçend bûyîna kemîneyê asayî ye ji bo wan a giran penaberbûn e di nava welatê xwe de û ew spasiya Herêma Kurdistanê dikin ku Herêma Kurdistanê pêşwazî li wan kiriye û xizmetê li wan kiriye.
Li ser rola Herêma Kurdistanê di parastina Kristiyanan jî de wî Qeşeyî wiha got: “Herêma Kurdistanê piştevaniya dîn û ayînên me dike. Ez xelkê Mûsilê me lêbelê li Enkawa û li Herêma Kurdistanê me û Hewlêr û Enkaweyê rûmeta me parastiye.”




