Mehmûd Mihemed: Em ligel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de were kirin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed dibêje, şandeke Îtîlafa Dewleta Yasayê ya Iraqê civiyan û herdû aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku hilbijartina Iraqê di dema xwe de were kirin. Herwiha got jî ku wan behsa mafê Kurdan ji bo kursiyê serokmarê Iraqê jî kirin.
Mehmûd Mihemed ku herwiha endamê Polîtburoya PDKê ye jî ji dezgehên ragihandinê re ragihand: “Îro şanda Îtîlafa Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî serdana Serok Mesûd Barzanî kir û paşê şanda mêvan ligel Polîtburoya PDKê civiya û di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê û hilbijartinên Iraqê kirin.”
Mehmûd Mihemed behsa civîna herdû aliyan kir ku li ser wê yekê lihev kirine ku hilbijartin li Iraqê di dema xwe de birêve biçe. Herwiha xaleke din ji bo herdû aliyan girîng bû ku jîngeheke baş ji bo birêbeçûna hilbijartinan were çêkirin û ewlehiya hilbijartinan were cîbicîkirin, ku xelk karibin bi dilê xwe deng bidin.
Berdekê PDKê got ku beriya niha jî şanda PDKê serdana Nûrî Malikî kiribû û ew jî ligel PDK yeknerîn bûn ku pêwîst e li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 jî aramî ji bo hilbijartinan were çêkirin û li ser wê yekê gotûbêj hatine kirin.
Mehmûd Mihemed wiha domand: “Em wek PDK berê û niha jî ligel wê yekê ne ku hilbijartinên Iraqê di dema xwe de di 10 Cotmehê de werin kirin û em û Malikî derbarê wê yekê yekhelwêst bûn. Di civîna îro de behsa encamê hilbijartinan nehat kirin û em li ser wê yekê neaxivîn ku kî dê bibe serokmar, lê amaje bi wê yekê hat kirin ku serokmar ji bo Kurdan dibe û serokwezîr ji bo Şîeyan û serokê parlamentoyê ji bo Sunneyan be.”




