26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Nûrî Malikî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî kir.

Îro Çarşema 25.08.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nurî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û şandeke li gel kir.

Di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya li ser asta Iraq û navçeyê û êrîşên terorê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Her di vê civînê de ronahî xistin ser hilbijartinên pêşerojê ya Iraqê û herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku ji bo ku hilbijartin bibin sedema aramî û rasterêbûna proseya siyasî, pêwîst e hilbijartin di dema xwe de bêne encamdan û mîsogeriya wê yekê jî hebe ku hilbijartineke pak û azad û dadperwerane di jîngeheke aram û dûr ji destkariyê birêve biçe û herwiha hemû aliyek jî rêzê ji encama hilbijartinan û îradeya gel re bigre.

 

Nûçeyên têkildar