25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Dijminên gelê Kurdistanê ketin zibildanka dîrokê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji bo bîranîna sîh û sê saliya Enfala Behdînan peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe ya salvegera Enfala Behdînanê de dibêje:

“Sîh û sê sal berî niha rejîma berê ya Iraqê di tawaneke din û di dawiya qonaxa proseya Enfalê da piştî bombebaran û kîmyabarankirina herî zêdeyê devera Behdînan, xelkê wan navçeyan û pêkhatên wê rûbirûyê girtin û bêserûşûn kirin û bi zorê veguhestinê kir. Di wê tawanê da Hikûmeta Iraqî sedan hezar hêzên pirçekî li dijî nîştecihên bêtawanê Behdînanê de bikaranî.

Ev tawane berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku di sedsala derbasbûyî de dijî gedeyên gelê me li Barzan û Germiyan û Helebçe û tevahiya Kurdistanê birêveçû.

Dijminên gelê Kurdistanê li berçavê hemû cîhanê pêşketîtirîn çek û zalimtirîn siyasetê ji bo qirkirin û ji navbirina gelê Kurdistanê bikaranî, lê belê gelê Kurdistanê xwediyê îrade û dozeke rewa bû û li beranber vê jenosayd û komkujiyê xwe bi dest ve neda û ew dijmin û tawanbaran bûn ku ketin zibildanka dîrokê de. Eve waneyeke pir bi wateye hem ji bo gedeyên gelê me û hem jî ji bo neyar û nehezên gelê Kurdistanê.

Di salvegera Enfala Behdînan da silav ji bo giyanê pakê şehîdan û enfalkiriyan re dişînin û pêdagiriyê li ser mafên rewayê gelê me dikîn. Pêwîst e jî dewleta Iraqê qerebûyê jenosayd û wê tawan û zulman bike ku di derbarê miletê me de hatiye kirin.

Mesûd Barzanî

25.8.2021”

 

Nûçeyên têkildar