26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pirojeyê berhingarbûna bêkariya ciwanan dest pê kir

Çavkanî: KDP.info

Îro li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Asos necîb wezîra kar û karûbarên civakî, Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û gêncan, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, nûnerê hikûmeta Japoniyatê, nûnerê rêxistina UNECKO û nûnerên hijmareke rêxistinê medenî, di merasimekê de pirojeyê berhingarbûna bêkariya ciwanan dest pê kir.

Ev pirojeye dinavbera wezareta kar û karûbarên civakî a hikûmeta herêma Kurdidtsnê, wezareta rewşenbîrî û gêncan, rêxistina UNECKO û bi hevkariya hikûmeta japonî hatiye amadekirin.

Di destpêka merasimê de, Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê di peyvekê de behsa giringiya pirojeyê bethingarbûna bêkariya ciwanan li herêma Kurdistanê kir û got ku, ev pirojeye bi rêya kursên taybet bi nehêlana bêkariyê di navgêncan de bo dema salekê digel rêxistina UNECKO dê berdewam be:

 Ev pirojeye xebateke din a hikûmeta herêma Kurdistanê ye ji bo berhingarbûna bêkariyê û peydakirina derfetên karî bi ciwanan bi rêya bilindkirina astê wan yê pîşeyî û zêdekirina derfetên karî bi rêya sektora taybet di warên cihê de.

Siyset û stratejêya hikûmeta herêma Kurdistanê, di van çend salên borî de, di warê nehêlana bêkariyê de bi awayekî ber bi çav ber bi pêş çûye. 

Nûçeyên têkildar