26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji malbata Profesor Nadir Nadirov re şand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Profesor Nadir Nadirov kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Ji bo malbata Prof. Dr. Nadir Nadirov

Bi xemgîneyeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya zana û kesayetê niştimanperwer ê navdar ê Kurdê Kazaxistanê Prof. Dr. Nadir Nadirov bihîst.

Ez sersaxiya we dixwazim û ez xwe hevbeşê xema we dibînim. Xwedayê dilovan ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide we.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”


 

Nûçeyên têkildar