Serok Barzanî pêşwazî li Mihemed Tofîq Ellawî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Mihemed Tofîq Ellawî raspardiyê berê yê kursiyê serokwezîrê Iraqê kir.
Îro Dûşema 23.08.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Tofîq Ellawî berbijêr û raspardiyê berê yê serokwezîrê Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û hilbijartinên pêşerojê yê Iraqê gotûbêj kirin.
Her di vê civînê de di derbarê derbaskirina gefên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê de axivîn û tekezî li ser hevahengiya di navbera aliyên siyasî û pêkhatên Iraqê de kirin.




