26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Leyla Zana li gel New York Tims: Rojek bê Kurd wê azad bibin

Çavkanî: KDP.info

Parlemantera serbixwe ya bajarê Amedê Leyla Zana di hevpeyvînekê li gel rojnameya New York Timsê derbarê çareserkirina pirsa Kurd de ragihand ku, gavên pêwîst bo çareseriya doza Kurd li Tirkiyê hatine avêtin û nabê ev ev qonax vala biçe.


Rojnameya New York Timesê ev hevdîtin bi manşêta (Jin, Kurd û hêvî) belav kiriye, Leyla derbarê civîna xwe ya sala borî bi Erdogan re ku gelek rexne lê hatin kirin axivî û got: " Ewên ku rexne dikin divyabû alternatifên xwe wek pêşniyar pêşkêş bikiran lê wan ev yek nekir."


Leyla Zana got: " Tirkiyê taze ji Kurdan fêm dike û Baweriya min hem bi Kurdan û hem jî bi Tirkan heye, lê belê hîna gelek zehmetî li pêşiya me hene."

 

li ser pirsa ku Kurd çi statûyê dixwazin Zana got:"  Kurd dixwaze bibe xwediyê nasnameya netewî. Berya hr tiştî û ya herî giring ewe ku Kurd bighêje armanca xwe û rêz li mafên wê bê girtin. Rojek bê Kurd wê azad bibin."


Her weha rojnameyê bal kişandiye ser dîroka jiyana Leyla zana ku 10 salan di zîndana Tirkiyê de maye, û bal kişandiye ku, li hemberî ew hemû zor û zehmetiyan Leyla Zana têkoşîna xwe ya Kurdayetiyê û ya ji bo mafê Jinan bi biryarbûna xwe winda nekiriye

Nûçeyên têkildar