Polîtburoya YNKê pîrozbahî li PDK kir

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya salvegera 75emîn ya damezrandina PDKê, Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li Partiya Demokrat ya Kurdistanê kir.
Di peyamê de wiha hatiye:
"Rêzdaran li Polîtburoya PDKê
Silav û rêz
bi boneya derbasbûna 75 sal bi ser damezrandin û destpêka rewta xebata Partiya Demokrata Kurdistanê, em germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêş we û serkirde û endam û alîgirên PDKê dikin.
Em bi hêvî ne ku ev bone bibe derfeta pêşxistina pêwendiyên di navbera YNK û PDK û hemû aliyên siyasî de li gor berjewendiyên gelê me de be di yekrêzî û bihevrebûnê de li hember zehmetiyên ku îro di rewşa Iraq û deverê çêdibin.
Polîtburoya YNK
16.8.2021”




