26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Damezrandina PDKê ji bo perçeyên dinê Kurdistanê jî cihê hêvî û serhildanê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya 75emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta heftê û pêncemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû kadîr û endam û alîgirên PDKê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya serbilindî û xweşiyê ji bo wan dixwazim.

Damezrandina PDK di 16 tebaxa 1946 de zerûreteke dîrokî bû ji bo berdewamiya xebat û berxwedana gelê Kurd ya di wê demên ku neyar û dagîrkerên Kurdistanê bi hemû hêz û şiyanên xwe ve hewla nehiştina şoreş û serhildana gelê Kurd didan.

PDK her ji destpêka damezrandinê ve heya niha amrazek bûye ji bo pêkanîna armanca demokratî û niştîmanî û neteweyiyên gelê Kurdistanê û li heman demê de jî mil bi milê li gel hêzên têkoşer û niştimanperwerên dinê Kurdistanê amrazên bergirîkirinê buye li maf û nasnameya gelê Kurdistanê ya li hemû qonaxan da.

Xebata PDK fakterê girîng û bi bandor li dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê de pire li evraz û nişêvî û PDK beşdareke serekî li serkeftin û destkeftan buye û li qonaxên dijwar da herdem xwe bi berpirs zaniye. Di hemû qonaxan de PDK wekî amrazek bûye di destê gelê Kurdistanê de ji bo mîsogerkirina maf û destkeftan û kûrtirkirina piralî û birayetî û pêkvejiyanê û rola xwe ya pêşeng li hemû warên jiyana siyasiya Kurdistanê de parastiye.

Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo perçeyên dinê Kurdistanê jî cihê hêvî û serhildanê bû û ji dayikbûna PDK destpêkeke nû bû ji bo têkoşîn û xwe radestnekirin û nehiştina bêhêviyê. Cihê şanaziye Partiya Demokrata Kurdistanê xwe bi tu îdeolojiyeke teng û hizrî ya şovenî û tundiyê ve girênedaye û buye sêwanek ji bo wê yekê ku hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê li bin de kom bibin û ev yek bi xwe destkefteke bêwêne û serdemiyane bû di pêşketina hizra siyasî ya li Kurdistanê de. PDK herdem hilgirê peyama aştiyê bûye û berdewam jî amade bûye ji bo berevanîkirina Kurd û Kurdistanê.

Di dema niha de aramî û parastina Kurdistanê û bihêzkirina pêkvejiyan û aramî û birayetî û tebayî ya di navbera hemû pêkhat û aliyên siyasiyan û bihêzkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ewlewiyeta serekiya siyaseta Partî ye. Her wiha PDK tekez li wê yekê dike ku doza rewaya gelê Kurdistanê pêwîste li rêya aştî û hevdû têgihîştinê û dawiya bi zimanê înkar û xwesepandinê bêanîn û bê çareser kirin. Di derbarê rewşa Iraqê jî mixabin ew sedemên ku bûne hokarên serhildana teror û nearamiyê hê jî mane. Her di vî warî de ez bawer im hilbijartinên pêşerojê ya Iraqê dikarê bibe dergeheke baş ya ji bo nûbûna proseya siyasî û çespandina îradeya welatiyan ya ji bo gûhertin û gihîştina bi aramiyê.

Di vê salvegera pîroz de pêwîst e hemû partî di asta mezinahiya dîrokê û qurbanîdana partiyên xwe de bin û tu demekê ew yek ji bîra wan neçe ku PDK partiyeke xwediyê dozekê ye û xwediyê rêbaza Barzanî ye û ji bo rizgarî û xizmeta Kurdistanê hatiye damezrandin. Pêwîst e ji berê bihêztir rûbirûyê gefan bibe û derfetan jî ji bo bihêztirbûna Kurdistanê bikarbînin û erkê xwe ya ji bo pêşxistina avadanî û pêkvejiyan û tebayî ya Kurdistanê, bi baştirîn awayî encam bidin.

Mesûd Barzanî

16.08.2021”

 

Nûçeyên têkildar