26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Seroka Parlamentoya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê ji PDKê re şand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq bi boneya 75emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê ji Serok Barzanî û PDKê re şand.

Peyama Rêwaz Fayiq wiha ye:

“Birêz Kak Mesûd Barzanî

Polîtburo û Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê,

Bi boneya 75emîn a salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, ciwantirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî cenabê we û tevahiya endam û alîgirên PDKê dikim, hêviya berdewamiyê di xebata siyasî û têkoşînê de ji we re dixwazim ji bo gihîştina bi armancên meteweyî û niştimanî û bidestxistina tevahiya xwastek û daxwazên rewa yên Kurdistaniyan bi giştî.

Niha Herêma me rûbirûyî çendîn prisên mezin ên siyasî, ewlehî, aborî, civakî û tendirustî dibe, ev hemû jî ji me dixwaz dike ku nakokiyên siyasî û berjewendiyên partîtî û pirsgirêkên navxweyî bidin aliyekî û hevtêgihîştina hevbeş bikin wek bingehek ji bo yekxistina dozên niştimanî û parastina serwerî û berjewendiyên bilind ên miletê me û parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê, bi arasteya bidestxistina daxwazên gelê Kurdistanê li ser tevahiya astan û hemû warên cuda de.

 

Dr. Rêwaz Fayiq

Seroka Parlementoya Kurdistanê

15.8.2021”

Nûçeyên têkildar