25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: PDK pêngavan davêje û kar ji bo jiyan û pêşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 75emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke belav kir û tê de ragihand, PDK partiyeke cemawerî ya zindî û pêşenga xebata gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê ye

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Di bîranîna damezrandina Partiya me de, germtirîn pîrozbahiyê li malbat û kesûkarên şehîdan, cenabê Serok Barzanî, Mekteba Siyasî, Serkirdayetî, tevahiya mekteb û deste û organan, kadîran, endaman, alîgiran û cemawerê PDKê li her kû derê bin dikim. Bi rêz û rûmetê ve bîranîna tevahiya şehîdên Kurdistanê û wan hemû serkirde û têkoşer û Pêşmergeyên qehreman dikîn ku hemû jiyana xwe bi Kurdistanê bexşîn.

PDK partiyeke cemawerî ya zindî ye, îro piştî heftê û pênç sal temen û derbaskirina çendîn qonaxên cûda ya xebata eşkere û nihênî û şoreş û hukimraniyê, bi nûbûna berdewam û teba li gel giyanê serdem da, hê jî pêşenga xebata gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê ye. Li vê bîranînê de bi rêz û rûmetê ve bîranîna rêber û damezrênerê PDKê, Barzaniyê Nemir û hevalên wî dikîn û silav û rêz ji bo giyanê wan dişînin.

PDK li gel aliyên Kurdistaniyan de binyatner û parêzerê serekiyê qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê û destkeftan û federalî û mafên destûrî yên wê ye. Bi tevahî bawerî bi yekrêzî û tebayî û pêkveyî, li gel hemû alî û pêkhatên Kurdistanê da heye, bi hêvî û baweriyê ve pêngavan diavêje û kar ji bo jiyan û pêşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê dike.

PDK xwediyê ezmûneke dewlemendê birêvebirênê ye. Rengvedana bîr û bernameya jiyandostane ya PDK li hikûmetdariyê de, li girîngîdan û pêşxistina bi şiyanên jinan, lawan, xwendekaran û hemû çînên dine, wêneyeke sengînî bexşiye welat û rol û pêgeha wê ya li pêşketina ber bi çavê Kurdistanê li warê demokrasî, azadiyan, mafê mirov û wekheviyê da diyar û berbiçave û civaka Kurdistanî bi çendîn bihayên mirovî dewlemendtir kir.

Destê dostayetiya PDK herdem ji bo hemûyan vekirî bûye. Bila ji hev cûda bîn, hilkirina me ya li gel cûdahiyên hevdu da, ezmûn û kultûra siyasî ya me dewlemendtir û berfirehtir û pêgeha me bihêztir dike. Li vê bîranînê de tekez li ser tebayî û wekhevî û pêkveyî ya li navbera tevahiya alî û pêkhatên Kurdistaniyan da dikîn ku take mîsogeriya parastina qewareya Herêma Kurdistanê û destkeft û federalî û mafên me yên destûrîne, wekî herdem jî destpêşxer, dakokîkar, hander û parêzerê wan dibe.

Bihêziya pêgeha PDK ku bingeha wê niştimanperwerî û dilsoziya serkirdayetî û endam û rêxistin û cemawerê wê ye, li gel dirustiya rêbaza wê ya siyasî, erk û berpirsiyariyên xwe zêdetir dike, eve jî plan û karê zêdetir li me dixwaze. Li vê bîranê de spasî yek bi yekê endam û cemawerên dilsozên PDKê dikim ku herdem mînakê xweragirî, ked, niştimanperwerî û berpirsiyariyê bûn û bi navê azadî û serkeftina Kurdistanê de, hemû qurbaniyek dane.

Bilind û pîroz bê bîranîna 16ê Tebaxê, silav û rêz ji bo giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê.

 

Nêçîrvan Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê

16.8.2021”

Nûçeyên têkildar