26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heft sal bi ser cenosîda gundê Koça re derbas bû

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Heft sal bi ser dagîrkirin û cenosîda gundê Koço ji aliyê çekdarên DAIŞê re derbas dibe, ku DAIŞ sala 2014 cenosîdek kir, piraniya xelkê gund şehîd û windayî kirin û yên ku xwe xelas jî kirin di rewşeke pir xerab de dijyan. Beşek mezin ji keç û jinên wî gundî ketin bin destê terorîstên DAIŞê. Zilamên wan jî dan ber guleyan. Piştî rizgarkirina wî gundî jî 17 gorên tije terim li wir hatin dîtin.

Beriya ku cenosîda gundê Koça çêbibe, xelkê wî gundî bi wê yekê dihatin naskirin ku hertim helkeftên xwe yên civakî û olî bi kêf û xweşî dikirin. Wê demê Koça gundê xweşî û govend û bedewiyê bû, lê ji 15.8.2014 ve û di şeveke tarî de çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser Koçoyê û jiyana xelkê wî gundî li ser wan kirin dozex.”

Berpirsê Şaxa 17 a PDKê Aştî Koçer di daxuyaniyekê de dibêje, qirkirina Koço bi pilan û xwendin bû li dijî Êzdiyan û li dijî neteweya Kurdî. Di heman demê de ew cenosîd berdewamiya cenosaydên ku hatine ser gelê Kurd ji enfala Barzaniyan û enfala Germiyan û Helebçe û Badînan.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Koço dê hertim bimîne û xaleke reş be li ser rûyê terorîstên DAIŞê û cîranên gundê Koço yên ku xayintî kirin. Koço birîneke kul e di dilê Kurdistanê û Êzdîxanê de û emê heyfa xwe ji DAIŞ û dostên wê hilînin û me hilaniye.”

Gundê Koço ser bi qezaya Şingalê ye û beriya hatina DAIŞê hejmara xelkê gundê Koço 1700 kes bûn. Piştî 12 rojan ji dorpêçkirina wî gundî ji aliyê DAIŞê ve, di encama êrişekê de roja 15.8.2014 hat dagîrkirin û xelkê gund bi destê terorîstên DAIŞê ve hatin cenosîdkirin. Piştî rizgarkirina wî gundî 17 gor li wir hatin dîtin ku termê 400 kesî tê de bû. Heya niha jî 525 kes ji Koço winda ne.

 

Nûçeyên têkildar