Serok Barzanî sersaxî ji malbata Seyîd Eşref Elçî re şand

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya Bakurê Kurdistanê Seyîd Eşref Alçî, peyamek sersaxiyê da malbata wî.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwerê Bakur (Seyid Eşref Elçî) yê birayê xwedê jêrazî (Şerafedîn Elçî) gihîşt me.
Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata têkoşer û welatparêz Seyid Eşref Elçî û tevahiya kesukar û dost û nasên wan û cemawerê Bakurê Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dibînim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im ku xwedêjêrazî Seyid Eşref Elçî bi bihuşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
14.08.2021




