Serok Barzanî pêşwazî li serokê Desteya Heşda Şeibî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şeibî kir di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî yên emnî û her wiha gef û tevgera terorîstên DAIŞê gotûbêj kirin.
Îro Çarşema 11.08.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Faleh Feyaz Serokê Desteya Heşda Şeibî kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî yên emnî û her wiha gef û tevgera terorîstên DAIŞê gotûbêj kirin.
Her di vê civînê de ji bo parastina asayîş û aramiyê tekezî li ser hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de kirin.




