26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kom kirina hevkariyan bo Rojavayê Kurdistanê berdewame

Çavkanî: KDP.info

 Di çarçoweya fermana Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî de ya ji bo hevkarî û piştgîrî kirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê de, kempînên komkirina hevkariyan bo Rojavayê Kurdistanê dom dikin.

Di vê çarçoweyê de jî evro li Hewlêrê bi organîzatoriya şaxê 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê kempîneke din bo kom kirina hevkariyan û pêşkêş kirina wan hevkariyan bo Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin.

Biryare ev kempîna han çend rojan dom bike û pişt re jî hevkariyên ku, hatine komkirin ji Rojavayê Kurdistanê re werin şandin

Nûçeyên têkildar