Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîkayê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Êvariya Sêşema 10.08.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Matthew H. Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de girîngiya bicîhkirina rêkeftina Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de guftûgoya stratejiya Iraq û Amerîka û rêkeftina di navbera wan û rêkxistin û qonaxa paşerojê ya peywendiyan, rewşa navxweya Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û paşeroja proseya siyasî ya li welat, pêşhatên dawî ya şerê dijî terorê û rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê, belavbûna pejika Kovid-19 û helmeta derzî lêdana dijî pejikê hatin guftûgo kirin.
Di wê civînê de ku Robert Palladino Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê amade bû, tekezî li ser girîngiya beşdariya Herêma Kurdistanê di gotûbêjên stratejîk yên Iraq û Amerîka, rêkxistina peywendiyên Iraq û Amerîka li çarçêweya wê guftûgoyê da û li ser bingeha berjewendiya hevbeş kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî guftûgoya stratejiya Iraq û Amerîkayê neku tenê li rûyê serbazî û berevaniyê ve, li rûyê kultûrî, aborî, perwerdeyî û warên din ve jî ji bo yametîdan û hevkariya Iraqê bi girîng da zanîn. Ji aliyê xwe ve Balyozê Amerîka pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya piştgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya li gel artêşa Iraq û Pêşmerge dûpat kir û got: Amerîka bi girîngiyê ve aramiya navçeyê û Iraqê dinêre.
Di beşeke dinê civînê de Balyozê Amerîka balkişand li ser hevdîtineke îro ya li gel komek çalakvanên jin û nûnerên ol û mezhebên cûda yên li Herêma Kurdistanê û sûdmendên programa welatê xwe kir ku li çendîn waran da hevkariya lawan û pêşxistina mirovî pêşkêşî bi Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Her wiha ji bilî pesnê kultûra pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirin û lêborîniya li Herêma Kurdistanê, her du alî tekez li ser girîngiya parastina wê kultûrê û maf û azadiyan kirin.
Çawayî û girîngiya bi cîhkirina rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên hevsû û cîran û rewşa Sûriye, girîngiya aramiyê û pêşketinên dawî yên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn.




