26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Amerîka: Em pêbendî alîkariya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê pêbendbûna welatê xwe ya ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha tekez kir li ser piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Îro Sêşema 10.08.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew H. Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Robert Palladino Konsulê Amerîka li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Amerîka li Iraqê pesnê çanda pêkvejiyan û tebayî ya di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên cûda cûda yên Herêma Kurdistanê da û ji bo parastina wê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heye destxweşî li dezgeh û damezraweyên Herêmê kir.

Di vê hevdîtinê de rehendên giştî yên diyaloga stratejîk ya di navbera Amerîka û Iraqê de hat gotûbêjkirin û Balyozê Amerîka li Iraqê pêbendbûna welatê xwe ya ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê û her wiha piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û pêşxistina peywendiya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê di warên kultûrî û akademî û aborî de dûpat kir.

Her di vê civînê de ronahî xist ser proseya siyasî û jiyan û rewşa guzeraniya welatiyên Iraqê û gefên li pêşiya hilbijartinên bê li Iraqê û her wiha di derbarê qonaxên piştî hilbijartinên Iraqê û peywendiya di navbera aliyên Kurdistaniyan û aliyên Iraqî de axivîn.


 

Nûçeyên têkildar