Nêçîran Barzanî û Balyozê Brîtanya li ser pirsa Sûriyê axivîn

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîran Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson îro Dûşema 9.8.2021li Hewlêrê civiyan û di wê hevdîtinê de herdû alî li ser pirsa Sûriyê jî axivîn.
Di wê hevdîtinê de, herdû aliyan behsa pêşxistina pêwendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê ligel Brîtanya û berfirehkirina warê hevkarî û karê hevbeş kirin. Herwiha behsa hilbijartinên Iraqê, rewşa ewlehiyê û pêşhatên dawî yên terorê û gef û êrîşên terorîstên DAIŞê kirin.
Herwiha herdû aliyan behsa erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê, hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê di rûbirûbûna terorîstan de û rewşa dawî ya belavbûna Koronayê li Iraq û Brîtanya kirin.
Herdû aliyan tekez kirin ku ew dixwazin pêwendiyên xwe pêş bixin û herwiha behsa wê yekê kirin ku şirketên Brîtanya dixwazin li Iraq û Herêma Kurdistanê kar bikin.
Di civînê de herdû alî li ser diyaloga stratejîk a Iraq – Amerîka û pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên derdorê û pirsa Sûriyê û pêşhatên navçeyê axivîn.




