26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî serê sala nû ya koçî li misilmanên Kurdistanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sersala nû ya koçî, peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê kir.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Bi boneya sala nû ya koçî, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku sala nû, bibe sala xêr û xweşî û xweşguzeranî û seqamgîrbûna aştî û aramî û bidawîbûna pandemiya koronayê li cîhan û herêmê. Ez hêvî dikim ku hûn rênimayên tendirustî û rêkarên xweparêziya ji koronayê li ber çavan bigrin û xwe biparêzin.

Ev boneya pîroz a hîcreta Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (silavên Xweda li ser bin), me han dide li ser pêşvebirina zêdetir a ruhê lêborînê û tebayî û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê.

Sala nû ya koçî pîroz be û gelê Kurdistanê û mirovahî parastî û bi sihet bin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”

 

Nûçeyên têkildar