Serokê Herêma Kurdistanê serê sala nû ya koçî li misilmanan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta yekê Muherrem û serê sala nû ya koçî, pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû ya koçî, ji bo hemû misilmanan û mirovayetiyê bi giştî saleke pir bereket û xêr û xweşî be.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im sala nû dawiya derd û bela û êş û giriftan li gel xwe de bîne, ji bo Kurdistan û Iraq û cîhan saleke pir bi bextewerî û aramî û xweşbextî be.
Dubare pîrozbahiyê li hemû aliyek dikim û hemû salek bi xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
9 Tebaxa 2021




