26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Pro. Kinyazê Îbrahîm û Kurdên Kazaxistanê re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya prof. dr. Kinyazê Îbrahîm peyamek belav kir.

Peyama wî wiha ye:

Bi xemgîniyek mezin me xebera koça dawî ya akademîsyenê kurd û Serokê Federasyona Navdewletî ya Kurdan li Sovyeta berê Prof. dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bihîst.

Prof. dr. Kinyazê Îbrahîm mirovekî niştimanperwerê kurdê Kazaxistanê bû. Xwedî rolek berçav di bihêzkirin û komkirina diyaspora kurd li welatên sovyeta berê de hebû, di warê zanistî û edebî de jî gelekî xizmeta kurdan kir.

Ez sersaxiyê didim malbata û mirovên Prof. Kinyazê Îbrahîm û endamên federasyona navdewletî ya kurdên sovyeta berê û kurdên Kazaxistanê û ez xwe şirîkê xema wan dibînim.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ruha rehmetî bi behiştê berîn şa bike û sebr û hedarê bide her kesî.

Mesûd Barzanî

8.8.2021”

Nûçeyên têkildar