26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesûr Barzanî li ser koça dawî ya Kinyazê Îbrahîm: Mirovekî niştimanperwer bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya rewşenbîr û siyasetmedarê kurd û Serokê Federasyona Navdewletî ya Diyaspora Kurdan (FNDK) Pro. Kinyazê Îbrahîm peyameke sersaxiyê ji malbat û merên rehmetî re şand.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Bi xemgîniyek mezin min xebera koça dawî ya prof. dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, Serokê Federasyona Navdewletî ya Diyaspora Kurdan (FNDK) bihîst. Prof. Kinyaz mirovekî niştimanperwer, nivîskar û rewşenbîrekî naskirî bû. Gelek xizmeta çand û ziman û edebiyata kurdî kiriye. Ez sersaxiyê didim malbata wî, mirov û hevalên wî û xwe şirîkê xema wan dibînim. Xwedayê mezin rihê wî bi bihuştê şa bike û sebr û hedarê jî bide hemiyan.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”

Nûçeyên têkildar