26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî û emnî ya Iraqê de û hilbijartinên bê li Iraqê û gefên li ber proseya siyasî û hilbijartinan hatin gotûbêjkirin.

Îro Dûşema 09.08.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeke li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî û emnî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî û hilbijartinan hatin guftûgokirin.

Her di vê civînê de Balyozê nû yê Brîtanya pêzanînên xwe ji bo hewlên çaksazî û çalaktirkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû û hebûna hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê bi erênî wesif kir.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî ji ber erk û karên wî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Brîtanya xwest.

Nûçeyên têkildar