Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina Partiya Sosyalîst pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê li sekreterê wê partiyê pîroz kir.
Peyama wî wiha ye:
“Birêz Mihemedê Hacî Mehmûd, sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê,
Bi helkefta çil û pêncemîn salyada damezirandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahî li weyê birêz û serkirdetî, endam û alîgirên partiya we ya xebatkar dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.
Hêvîdar im ev helkeftê bibe wesîleya bihêztirbûna pêwendî û hemahengiya navbera hêz û aliyên Kurdistanî bo parastin û berevanîkirin li destkeftên niştimanî û mafên Destûriyên me û karnameya çaksazî ya hikûmeta Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”




