Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 45mîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, pîrozbahî li Sekreterê partiyê Mihemed Hacî Mehmûd kir û rola wê partiyê di yekrêzî û tifaqa navbera aliyên Kurdistanî de giring nirxand.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ku ji Sekreterê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd re şand, dibêje, “Bi helkefta 45mîn salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, bi germî pîrozbahî li we yê birêz, serkirdayetî û tevahiya endam û alîgirên we dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftinê ji we re dixwazim.”
Serokê Herêma Kurdistanê, rola PSDKê di yekrêzî û tifaqa navbera aliyên Kurdistanî de giring nirxand û ragihand, “Ez bi rêzdarî li têkoşîn û xebat, qurbanî û rol û hewldanên berçav ên we û partiya we, jibo yekrêzî û tifaqa di navbera aliyên Kurdistanî de dinihêrim.”
Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Hêvîdarim ev helkeft coşeke zêdetir bide xebata we ya siyasî, ji bo xizmetkirina bi berjewendî û armancên bilind ên gelê Kurdistanê.”




