26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata cîgirê berê yê Wezîrê Navxwe Fayiq Tofîq kir.

Peyama serxweşiyê ya Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ji bo malbata rehmetî Mamosta Fayeq Tofîq

Bi xemgîniyeke mezin xebera koça dawî ya mamoste, cîgirê berê yê Wezîrê Navxwe Fayeq Tofîq gihişt min. Rehmetî Pêşmergeyekî dilsoz û kesayetiyekî niştimanperwer bû. Serxweşiyê li malbata we ya tekoşer dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Xwedayê mezin giyanê wî bi behiştê şad bike û sebirê û aramiyê bide hemûkesî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

 

Nûçeyên têkildar