Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Fayiq Tofîq

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê dilsoz û wefadarê rêbaza Barzanî û Kurdayetî Kak Fayiq Tofîq naskirî bi (Fayiqê Reş) gihîş me.
Kak Fayiq Fermande û Pêşmergeyekê rêya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê bûye û piştî raperînê jî li çendîn pêgehên berpirsiyariyê bi dilsozî û çalak û hestê bilindê niştimanperweriyê xizmeta mîlletê xwe kiriye.
Pirse û serxweşiyê li xwe û tevahiya malbat û kesukar û nasên xwedê jêrazî dikim, xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê û ruhê Kake Fayiq bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
07.08.2021




