Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî civiyan

Hewlêr-KDP.info- Di dûyem roja serdana xwe ya Tehranê de, sibehiya îro înê 06.08.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Îbrahîm Reîsî Serokomarê Îslamiya Îranê civiya.
Di civînê de ku Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê û şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamiya Îranê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistan û Îranê, aramî û warên alîkariyên hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan balkişandin li ser peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê û tekez li ser bihêzkirina warên peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamî kirin ku bi taybetî pêşxistina warê danustandinên bazirganî û parastina aramiya tixûb û navçeyê bi giştî.
Pêşhatên dawî û pêşxistinên navçeyê û çend mijareke dinê girîng û hevbeş, beşeke dinê civînê bûn.




