Nêçîrvan Barzanî çû Tehranê û bi bilindkirina Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandekê ji bo beşdariya di merasima sondxwarina Serokkomarê Îranê yê nû de îro bi serdaneke fermî gihîşt Tehranê, bo cara yekem bi fermî Ala Kurdistanê li balafirgehê li gel ala Îranê hat bilindkirin.
Nêçîrvan Barzanî li gel şanda pê re îro gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Mehrabad a Tehranê û ji aliyê Nûnerê Serokkomarê Îranê û wezîrê berê yê petrolê yê Îranê, Mesûd Mîr Kazimî ve hat pêşwazkirin.
Di merasima pêşwazîkirina li Nêçîrvan Barzanî de, bi awayekî fermî û protokolî, Ala Kurdistanê li gel Ala Îranê hatibû danîn. Herwiha li Firokexaneyê Mafûra Sor bo pêşwazîkirinê hatibû raxistin.
Nêçîrvan Barzanî jibilî beşdariya di merasîma îro de, dê ligel berpirsên pilebilind ên Îranê bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re, dê di wan hevdîtin û gotûbêjan de ligel berpirsên Îranê behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bikin.




