26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berbijêrekî PDKê: Bihêzbûna PDK li Bexdayê garantiya parastina Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- PDK li sînorê parêzgeha Duhokê dest bi kampanyaya hilbijartinê kiriye û berbihêrekî PDK jî dibêje, bihêbûna pêgeha PDK li Bexdayê garantiya parastina Herêma Kurdistanê û parastina Kurdistanê û bidestxistina destkeftên zêdetir e.

Berbijêrê PDK ji bo Hilbijartinên Iraqê Frhmî Selman ji malpera KDP.info re ragihand: “Bila xelkê Kurdistanê hemû di hilbijartinan de beşdar bibin ji ber ku pêwîstiya me bi tîmeke bihêz li Bexdayê heye ji bo ku mafên xelkê Kurdistanê parastî bin. Çiqasî pêgeha PDK li Bexdayê bihêz be dê ewqasî mafên me parastî bin.”

Fehmî Selman wiha got: “Pirsgirêka Kurdan li Iraqê ne destûr e, lêbelê hizra wan kesan e ku li Bexdayê ne. Hizra ku li wir heye nahêle ku ti lihevkirinek bi Kurdan re pêk were. Bihêbûna pêgeha PDK li Bexdayê garantiya parastina Herêma Kurdistanê û parastina Kurdistanê û bidestxistina destkeftên zêdetir e.”

Selman ku hijmara wî 24 e, wiha domand: “Her berbijêrekî Kurd biser bikeve divê erkê wî yê sereke cîbicîkirina destûr be û mafên xelkê Kurdistanê bidest bîne. Pilana PDK heye ku li ser bingeha destûr xebatê bike. Êdî dema wê yekê hatiye ku em li Bexdayê Kurdayetiyê bikin.”

 

Nûçeyên têkildar