26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Şingal di destê komek çekdar de ye ku ti peywendiya wan bi berjewendiya Êzdiyan ve nîne

Çavkanî: KDP.info

cSerok Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê yekê dike, ku DAIŞê di sala 2014an de ji ber kurdbûnê û baweriya wan a olî êrişî Kurdên Êzdî kir.

Serok Barzanî wiha dibêje: “Em baş dizanin di dema êrîşa terorîstan a li ser Kurdistanê de, Êzdî ji ber kurdbûn û bîr û baweriya xwe yên olî ve ketin ber êrîşa rik û bêwîjdaniya tawanbarên DAIŞê û hatin jenosîdkirin. Ew tawana DAIŞê jî li devera Şingalê encam da, berdewamiya wan rêzejenosîd û komkujî û tawanan bû ku bi dirêjahiya dîrokê li dijî gelê Kurdistanê hatine encamdan.”

Derbarê rewşa Şingalê de jî, Serok Barzanî destnîşan dike, “Cihê xemgîniyeke zêde ye piştî derbasbûna heft salan di ser wê karesatê re hê jî êş û azarên Êzdiyan her berdewam e û Şingal di destê komek hêz û çekdaran e ku ti peywendiya wan bi berjewendiya Şingalê û Êzdiyan ve nîne. Her ew jî rêgir bûne li berdem vegera xelkê û avedankirina Şingalê.”

Serok Barzanî ragihandiye, ku ew li gel daxwazên Kurdên Êzdî ye û tekezî li ser vegera wan bo cih û warên xwe dike û dibêje, “Li vir ji bo xûşk û birayên Êzdî vê yekê tekez dikim ku bi hemû şiyanekê li gel daxwaz û êş û azarên wan im. Daxwazê jî ji wan dikim di nav xwe de yekrêz bin û hêviya wan hebe û wan piştrast dikim her tiştek li ser bingeha zulm û xwesepandinê be di dawiyê de her bi dawî dibe û ew rewşa ne asayî û ne yasayî ya niha li Şingalê heye heta serî nabe û divê xûşk û birayên me yên Êzdî bi serbilindî vegerin ser mal û halên xwe.”

Di berdewamiya peyama xwe de, Serok Barzanî şehîdên Kurdên Êzdî û herwiha ew pêşmergeyên ku ji bo rizgarkirina Şingalê şehîd bûne, bi bîr tîne û dibêje, “Di heftemîn salvegera wê karesatê de, em silav ji bo giyanê şehîdan û qurbaniyên wê tawanê dişînîn û bi rêz û hurmet ve wan Pêşmergeyên qehremanan bi bîr tînîn ku ji bo azadkirina Çiyayê Şingalê û bajarê Şingalê xwîna xwe gorî kirin û serê DAIŞê dirinde xistin bin piyê xûşk û birayên me yên Êzdî û tola wê neheqî û zulmê li terorîstan kirin.”

Nûçeyên têkildar