26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Îradeya gelê me ji jenosîd û enfalê bihêztir bû û divê ev yek bo neyaran bibe îbret

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî dibêje, “îradeya zarokên gelê me gelekî ji zebr, zeng, toqandin, jenosîd û enfalan bihêztir bû û di encamê de ew îradeya bilind serket. Divê ev bibê dersa îbretê ji bo neyarên gelê Kurdistanê.”

Serok Mesûd Barzanî di 38emîn salvegera enfalkirina Barzaniyan de peyamek belav kir û got, “Îro sîh û heşt sal li ser tawaneke mezin a rejîma berê ya Iraqê da derbas dibe. Sîh û heşt sal berî niha li rojeke wekî îro rejîma Be'es bi awayeke hovane heşt hezar zilamên pîr û ciwanên Barzanî di temenên neh sal heta pîremêrên 90 salan rapêçê çol û biyabanên başûrê Iraqê kirin û li wir bi hovî komkujî kirin.”

Serok Barzanî dibêje, “Ew tawan beşek bû ji wê zincîra sîtemkariyane ya bi ser zarok û gedeyên gelê Kurdistanê de hatiye, her li bêserûşûn kirina donz deh hezar ciwanên Feylî û Enfala Germiyan û Behdînan û Kîmyanbarankirina Helebçe û deverên dinê Kurdistanê bigre heta asîmîlasyon û veguhestin û êrîşa terorîstan û tawanên li dijî xûşk û birayên me yên Êzdî.”

Di dewama peyama xwe de Serok Barzanî diyar dike, “Di bîranîna Enfala Barzaniyan de bi pêwîst dizan im spasî cemawerê deşta Hewlêr û Herîr û Soran bikim ku li wan rojên teng û tarî da Kurdane û merdane hevsozê Barzaniyan bûne û alîkariya wan kirine. Spasî kesûkarên enfalan û bi taybetî ew dayik û jinên Barzaniyan dikim ku salên dûr û dirêj tehemula çaverêyî û êş û azara ji destdana ezîzên xwe kirine û bûne mînaka xweragirî û qehremanî û serbilindiya zarokên xwe ku li ser exlaqê bilind û Kurdayetî û rêbaza Barzanî perwerde kirin û pêgihandin.”

Serok Barzanî tekez dike, “Ew tawan û zulma di derbarê Barzaniyan û gedeyên din ê gelê Kurd hate kirin li ser Kurdbûn û azadîxwaziyê bû û armanca dijminan ew e bû ku îradeya Kurdayetiyê û azadîxwaziya gelê Kurdistanê têk bişkînin. Lê belê îradeya zarokên gelê me gelek ji zebr û zeng û toqandin û cînosayd û enfalan bihêztir bû û di encamê de ew îradeya bilind serket û dijmin jî şikestin û serşorî ji bo wan ma. Ev divê bibê dersa îbretê ji bo neyarên gelê Kurdistanê ku li beranber miletê mezlûm ê Kurd dest berdin ji hizra înkarkirin û şoveniyetê.”

 

Nûçeyên têkildar