26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em dê her hewlekê bidin ku Enfal wek jenosîd were naskirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Em kesûkarên enfalkiriyan û şehîdan piştrast dikin ku çi kêmasiyê nakin û hemû hewlek didin ji bo bi dokumentkirinê û bo ku enfal li ser asta navdewletî bi jenosîd bê nasîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 38emîn salvegera enfalkirina Barzaniyan de peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Di bîranîna 38 saliya enfalkirina Barzaniyan de, serî rêz û rûmetê ji bo giyanê pak ê 8 hezar mirovên bê tawan ên Kurdistanê diçemînîn ku li berî sibehiya 31.07.1983 ve heta deh rojan li ordugahên bi zorê yên Hewlêrê li helmeteke reşgîriyê de bi zebrê çek li nav mal û zarok û malbatan de hatin destgîrkirin û êdî tu demekê û heta hetayê venegeriyan.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Jenosîdkirina Barzaniyan bi tenê rapêçkirina zilaman li çol û biyabanên tarî û mirinê nebûn, piştî wê jî jin, keç, xwişk û dayikên Barzanî diviya ber bi rûyê çarenivîsên dijwar û nediyarê jiyanê bibin û hezaran zarok sêwî, bibin bav û bapîr û bira û kedeke mezin ji bo dabînkirina debara jiyanê û bixewkirin û perwerdekirin û pêgihandina wan bikêşin û berxwedana jiyaneke tehl û dijwarê pir bi rondik û hesretê bigrin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir, “Di vê bîranîna dijwar de rêz û rûmet ji bo giyanê pak ê enfalkiriyên Barzanî û tevahiya enfalkiriyan û şehîdên Kurdistanê re dişînîn, bi rêz û rûmetê ve wan bi bîr tînîn, gelek bi rêz ve li keda dayikan, hevjîn û xûşkên enfalkiriyan dinêrîn, spas û pêzanînê ji bo xelkê camêrê Hewlêr, Herîr û Batas û hemû ew ên piştî enfalkirina Barzaniyan, her çi li şiyana wan da bû, hevkariya malbatên enfalkiriyan kirin û yarmetiya wan dan.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Kesûkarên enfalkiriyan û şehîdan piştrast dikin ku çi kêmasiyê nakin û hemû hewlek didin ji bo bi dokumentkirinê û bo ku enfal li ser asta navdewletî bi jenosîd bê nasîn û careke din gelê Kurdistanê û mirovayetî bi giştî mergesatên wiha nebînin, daxwaz ji Hikûmeta Iraqa Federal jî dikîn, qurbaniyan qerebû bike.”

Di dewama peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dûpat dike, ku “Parastina destkeftên gelê Kurdistanê tenê misogerkirina dûbarenebûna karesat û êş û nehametiyan e, ew e jî bi yekrêzî û tebayî ya di navbera hemû alî û pêkhatên Kurdistanê dibe.”

 

Nûçeyên têkildar