Serokê Herêma Kurdistanê li gel Metranê Ermeniyan civiya

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Metran Dr. Avak Asadoryan Serokê Tayifeya Ermenî Ortodoks li Iraqê û Emîndarê Giştî yê Encumena Serokên Tayifeyên Mesîhiyan li Iraqê kir.
Di civînê de rewşa tayife û mezheba Ermen û Mesîhiyan li Iraq û Herêma Kurdistanê, girîngiya beşdarî û hevbeşiya tevahiya pêkhatên Iraqê li kayeyên birêvebirinê û proseya siyasiya welat da, rewşa dêr û kilîseyan û parastina taybetmendî û mafên wan, metirsiyên DAIŞê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, hate guftûgokirin.
Di civînê de Metran Asadoryan behsa rewşa jiyana Ermenên Kurdistanê û bi serdankirina wan kir ku mezintirîn hejmara wan li Zaxoye. Her wiha behsa rewşa emnî kir ku bûye sedema koçkirina Ermenên Iraqê li derveyê welat û pesnê hevdû qebûlkirin, pêkvejiyan, tebayî û lêborîniya li Herêma Kurdistanê kir û her du alî tekez li ser kûrkirina wê kultûrê kirin.




