Serok Barzanî li ser navçeya Hewraman peyamek belav kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta biryara UNESCOyê ya derbarê Hewramanê de îro Çarşema 28.07.2021ê peyamek belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi biryara vê dawiyê ya rêxistina cîhanî perwerdeyî û zanistî û çandî ya ser bi rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UNESCO) gelek xweşhalim ku têda ew beşa navçeya Hewraman ku ketiye Rojhilata Kurdistanê, xistiye nav lîsta şûnewarê girîng ên mirovayetiyê.
Hewraman navçeyeke girîng a Kurdistanê ye ku herdem roleke berbiçav di çand û edeb û dîrok û şoreş û siyaset û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de bûye. Bêguman ew biryara UNESCO jî destkefteke din e ji bo xelkê Kurdistanê û ji bo navçeya Hewraman.
Bi vê helkeftê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê navçeya Hewraman dikim û ji bo wan jî hêviya aramî û pêşketinên zêdetir dixwazim.
Mesûd Barzanî
28.07.2021




