26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Cejna we pîroz be û Kurdistan jî hertim aram û avedan be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de pîrozbahiyê li misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dike.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Bi minasebeta cejna pîroz ya Qurbanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî misilmanên herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarî yên navxwe û kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan dikim û hêvî dikim rojên cejnê di rewşeke aram û di nava xweşî û aramiyê de derbas bikin.

Di wan deman de mixabin ku hijmara berketiyên Koronayê bilind dibe, lewre daxwaz ji welatiyên herêma Kurdistanê dikim ku pêbendî şîretên tendirûstî û rêkarên xweparêziyê bin.

Cejna we pîroz be û Kurdistan jî hertim aram û avedan be.

 

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar