Serok Barzanî pêşwazî li Dr. Eyad Ellawî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqî Dr. Eyad Ellawî kir.
Îro Şemiya 03.07.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Eyad Ellawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqî kir.
Di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hate nirxandin û her wiha ronahî xistin li ser proseya siyasî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û di derbarê wan gef û êrîşan de danustandina bîr û ramanan kirin ku li ber hilbijartinan û proseya siyasiya Iraqê û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê li holê daye.




