Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyoza Awustralya civiya

Hewlêr-KDP.info- Êvariya îro Sêşem 29.06.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Paula Ganly Balyozê Awustralya li Iraqê kir ku piştî destbikarbûnê yekemcare serdana Herêma Kurdistanê dike û ji bo ku ji nêzîk ve rewşa Herêma Kurdistanê û dîdin û nêrîna Serkirdayetiya Herêmê ya di derbarê pirsan ve bizanê.
Di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê lêkir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest, her wiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyan ya li hemû waran da li gel Awustralya derbirî û spasî piştgîrî û alîkariya welatê xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî terorê da kir.
Ji aliyê xwe ve xanima Ganly tekez li wê yekê kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û xwazyarê pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkariya di navbera wan, her wiha behsa rola Pêşmerge ya li têkşikandina DAIŞê de kir û pêzanînên welatê xwe ji bo hewandina koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê bi taybetî koçberên Mesîhî û Êzdî dûpat kir.
Li civînê de şerê teror û sedem û metirsiyên serhildana DAIŞê, pejika virusa Korona û helmeta derzîlêdana bi vaksîna dijî pejikê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, hatin nirxandin.




